Samstag, April 01, 2006

Du zarok ji alîyên Tîmên Tirk ve hatin qetilkirin



Dewleta tirk nahêle kurd qala miriyên xwe jî bikin

Weşandin:31/3/2006 saet 22:28

Li gor Erdogan kuştina kurdan qanûnî ye. Lê girî û xemgîniya wan bêqanûnî ye.

Wezareta Karê Hundur ya Tirkiyê, di heqê Serokê Belediya Bajarê Mezin Osman Baydemîr de ji bo axaftina wî ya derbarê bûyerên Amedê lêpirsîn da destpêkirin. Osman Baydemîr, di axaftina xwe ya bi xort û gelê Amedê yê serîhildêr re bi hawakî sergirtî li 14 gerîlayên PKK-ê yên ku çar roj berê ji alî dewletê ve hatibûn kuştin xwedî derketibû û gotibû: -Rojek berê jan û xemgîniya vî bajarî, vê herêmê 14 bû, piştî vê seetê 16 ye. Tirsa me ew e ku ev hejmar hîn jî zêdetir bibe. Wezareta karê Hundur ya Tirkiyê, li hember van gotinên Baydemîr reaksiyoneke pir sert nîşan da û gotinên Baydemîr wek pesindan û piştgiriya bi ”milîtanên PKK-ê” re şirove kir û bi emrê Wezîrê Hundur lêpirsîn da vekirin. Serokwezîr Erdogan jî bi van gotinên Baydemîr xwe gelkî aciz kir û got: -Heger serokê beldiya bajarê mezin ev peyv serf kiribe gelkî ne xweş e. Parastina mirovên rêxistineke terorîst ku bi çek û bazokayan hatine girtin terefgirîya wî nîşan dide. Serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe de hin tirs jî di Baydemîr firandin û got: -Hêviya min ew e ku ev gotin bi vî hawî nahatibin gotin. Dema tu wek nûnerê partiyeke siyasî werî hilbijartin, divê tu rîayetî qanûnan bikî. Qanûn? Li gor Erdogan kuştina kurdan qanûnî ye. Lê girî û xemgîniya wan bêqanûnî ye. Li gor rêvebirên dewleta tirk, dema dilê wan bixwaze û hewce bibînin kuştina kurdan mafê wan e û tu bêqanûnî tê de tunyeye. Û divê kurd jî xwe ji vê yekê qet aciz nekin. Lê mafê kurdan tuneye ku bi rengekî însanî li miriyên xwe xwedî derkevin yan jî pesnê wan bidin. Dema viya bikin li gor qanûnên tirkan sûcekî mezin e û divê werin cezakirin. Li gor qanûna xwe 20 kurd kuştin, dixwazin çend heban jî ceza bikin…
Amadekar:Zinarê Xamo
Çavkanî :Haber3

Keine Kommentare: