Mittwoch, März 22, 2006

Li Amedê Pîrozbahîya Newroz a 2006

Li Amedê bi sedhezaran peyama 'Ocalan vîna min a siyasî ye' da




Li Amedê bi sedhezaran kes tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Fuarê bûn. Pişti konsera Îlkay Akkaya, navên mêvanên ku hatine yek bi yek hatin xwendin. Her wiha peyamên gelek kes û saziyan jî hatin xwendin. Piştî peyaman Koma Azad derket ser dikê. Piştre peyama Buroya Hiqûqê ya Asrin hate xwendin.



Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku Newroz, çalakiya pîroz a gelê kurd a li hemberî hêzên ku dixwazin hebûna kurdan tune bikin e. Ocalan got ku ev çalakiya pîroz, a azadî û berxwedanê ye û wiha dom kir: "Divê pêvajoya aştî û biratiyê ya ku me li Îmraliyê daye destpêkirin jî, wek hewldanek ji bo bicihanîna daxwaza gelê me ya aştî û azadiyê bê dîtin."

Ocalan: Ji bo aştiyê hê jî şansek heye

Ocalan, destnîşan kir ku di mercên herî giran de ev 7 sal in çi ji destê wî hatibe, kiriye û wiha got: "Me derfetek çareseriyê ya aştiyane ya dîrokî afirand. Divê gelên me van zihniyetên ku bersiv nadin van gavên mezin ên me ji bo aştî û biratiyê avêtine û van zihniyetên ku neteweperestî û pevçûnan sor dikin, nas bikin. Li holê ye ku digel hemû hewldanên me yên baş, ev bi salan e kî şer dixwaze û li ber aştiyê dibe asteng. Ez îro jî dibêjim û banga xwe dikin; ji bo aştiyê hê jî şansek heye. Ez ji bo ku gerîla, leşker û polîs nemirin dibêjim. Divê ev derfet baş bê nirxandin. Ger ku ji dehî yekê teşebusên bo Hamasê tê kirin, ji bo me bê kirin, dê pirsgirêk çareser bibe."
'Ji bo bêçekbûnê çi ji destê min bê ezê bikim'

Ocalan, destnîşan kir ku ji bo çareseriyek aştiyane, divê efuyek giştî bê îlankirin, mercên ji bo siyaseta di qada legal de bêne afirandin û mafên çandî bêne nasîn û bi makezagonê bêne misogerkirin. Ocalan, wiha dom kir: "Ger ku ev herdu hêman bêne misogerkirin, ji bo bêçekbûnê çi ji destê me bê em amade ne ku bicih bînin. Ez jî wekî heta, ji bo biratiyê çi bikeve ser milê min ezê dîsa bikim. Nêzîkahiyek din, dê rageşî, şîdet û pevçûnê derxîne holê."

Ocalan got ku ew şer naxwaze û dixwaze ku pêşî li ber şerê dê 50 salan dom bike, bigire bang li hemû derdorên bihîstiyar kir ku ji bo pêşveçûna aştî û çareseriya demokratîk têbikoşin. Ocalan bang li gel jî kir û xwest ku bi Newrozê re têkoşîna aştî û demokrasiyê hîn zêdetir bike.

Uca daxwaza efûya giştî kir

Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Feleknaz Uca jî bi kurdî axaftinek kir û diyar kir ku daxwazên kurdan bi efûyek giştî dikare bên pêşwazî kirin. Uca, destnîşan kir ku hîn jî bêhna xwînê, dengên tang, top tên û dayîk digirîn û wiha berdewam kir: "Em naxwazin ku leşker û gerîla bimirin. Em aştiyê dixwazin." Piştî Uca Serokê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul axivî û got divê çek bêne bêdengkirin û Tirkiyeyek ku kurd karibin nasnameya xwe îfade bikin bê avakirin.

'Birêz Ocalan rastiyek vî welatî ye nayê redkirin'

Piştî Tombul, Endama Komîteya Teşebûsa Referandûma 'Abdullah Ocalan li Kurdistanê Vîna Siyasî ye' Nesrîn Denîz jî axaftinek kir. Denîz diyar kir ku tê xwestin ku kurd ji daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê vegerin û hêzên xwe yên birêxistin vegerin. Denîz destînaş kir ku qebûlkirina îradeya kurdan, ancax bi pêşwazîkirina daxwazan mumkun e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lêgerînên ji bilî vê, neçareserî û zora bêrûmetkirinê ye. Ne mumkun e kurdên bedelê mezin dane û di vê rê de êşên mezin kişanidine, vê yekê qebûl bikin." Denîz da zanîn ku di xebatên referandumê de 2 milyon îmze hatine komkirin û wiha dom kir: "Ev yek muhatabê aştî û çareseriyê nîşanî cîhanê dide. Tê xwestin ku kesên ku ji ber pirsgirêka kurd bedelên herî mezin dane, li derve bên girtin, rêberên sexte bên derxistin, rêxistinên sexte bên avakirin û lêgerînên bê çareserî û polîtîkayên înkar û îmhayê bên domandin. Divê bê zanîn ku ev hewldan berdemawa komploya navneteweyî ku 7 sal berê li dijî hêvî, daxwazên jiyanek bi rûmet pêk hatiye ye. Em li vir carek din di qîrin. Birêz Ocalan rastiya vî welatî ye û nayê redkirin. Heta ev realîte neyê dîtin çararesî nayê." Denîz di dema axaftina pirsa "Hûn Birêz Abdullah Ocalan wekî vîna xwe ya siyasi qebûl dikin?" kir. Girseyê jî bi yek dengî bersiva "Erê" da. Denîz heman pirs 3 caran dubare kir û heman bersiv girt. Axaftina Denîz bi diruşma "Bijî Serok Apo" hate birîn.

'Amed vegeriya çiqê zeytunê'

Piştî Denîz Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr ku dibin eleqeyek mezin de axaftina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku gelê Amed vegeriyaye çiqê zeytunê û û salên borî zêdetir bûye. Baydemîr got ku ew cesareta xwe ji gel digirin û wiha berdewam kir: "Hîn jî destê aştiyê nehatiye girtin. Lê bila her kes zanibe ku di pêşvebirina demokrasiyê de çiqas pêngav bên avêtin ev dê bi saya we be."

Ahmet Turk: Divê şîdet ji jiyana siyasî derkeve

Piştre Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk axaftinek kir. Turk, balkişand ku bi operasyonên di rojên dawî de dom dikin re, pevçûn dîsa hatine rojevê û got ku li hemû welatên ku kurd lê dijîn, pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka ewlehiyê tê fêm kirin. Turk got divê şîdet wekî rêyekê ji jiyana siyasî derkeve û wiha dom kir: "Digel bangawaziya rewşenbîrên tirk û daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî, di nava dema borî de ev tiştên hatine gotin bi bernameyên demokratîk pêk nehatine."

Turk, destnîşan kir ku hikûmetê Lijneya Bilind a Têkoşîna bi Terorê re xistiye faaliyetê, bi vê helwestê jî tercîhên ku salên 1990'an bibîr dixînin kiriye û wiha pê de çû: "Daxwazên kurdan, wekî ku tê xwestin bê nîşandan, ji bo yekîtiya axa Tirkiyeyê û dewletê tehdît nîn in. Kurd vê pirsgirêkê, di şertên Tirkiyeyê de wekî pirsgirêka demokrasiyê dibînin û di wê baweriyê de ne ku demokrasiyek ku hemû kes dikare xwe îfade bike, mafên xwe yên demokratîk û çandî bikar bîne, dê pirsgirêka kurd çareser bike."

'Divê kurdî bibe zimanê fermî'

Turk, daxuyand ku divê kurdî ne tenê di jiyana taybet de, her wiha di jiyana cemaweriyê de jî, wekî zimanekî perwerdehiyê bê qebûlkirin û kurdî jî bi zimanê tirkî re bibe zimanê fermî. Turk ku bang li rayedaran kir da ku zagona partiyên siyasî jî ji nû ve sererast bikin, derbirîn ku ji bo pêjdebirinia aştiya civakî û demokrasiyê, efûyek giştî ya siyasî mecbûrî ye.

'Divê Tirkiye paşeroja xwe bibîne'

Ahmet Turk, diyar kir ku divê civaka Tirkiyeyê paşeroja xwe bibîne, hesabê ji vê paşerojê bipirse bîne, birêxistinbûnên wekî Komîsyona Lêkolîna Rastiyan nîqaş bike û wiha got: "Hemû kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin, mirovên me ne. Cenazeyên ku li çar aliyên welatê me têne rakirin, di nav mirovên me de rê li ber tahrîbatên ku çareseriya wan ne mumkun e, vedikin. Her wiha ev kîn şovenîzmê di nava civakê de bi hêz dike."

'Divê operasyonên leşkerî bên rawestandin'

Turk, destnîşan kir ku daxwaza bêdengkirina çekan pevçûnan bi tevahî ji holê ranake û wiha dom kir: "Ji bo vê yekê em dixwazin ku hikumet van operasyonên leşkerî yên li herêmê rawestîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê Fermandariya Giştî jî gavên ku ji aliyê hikumetê ve di vê mijarê de bêne avêtin, bipejirîne."

Turk banga domandina biryara bêçalakîbûnê ya PKK’ê xwest û got ku bo vê pêvajoyê, divê bi bernameyên siyasî yên demokratîk, piştgirî bê dayîn. Turk diyar kir ku di vê mijarê de rewşembîrên tirkiyeyê, saziyên civakî yên sivîl û hikumet xwedîberpirsyarî ne. Turk got ku piştî vê astê, dê kişandina hêzên çekdar a derveyî sînor jî bê rojevê. Turk da zanîn ku di serdema nû de jî dê bikevin serdemeke dîrokî ya ku dê bibe sedema bêçekbûna PKK’ê, destpê bike. Turk, bernameya ku DTP'ê anî rojevê ya aştî û demokrasiyê ku ji 3 astan pêk tê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê ji demên borî zêdetir aqlêselîmî hebe.

Piştî axaftina Turk, Hunermend Edîp Akbayram û Koma Çar Newa derketin ser dikê û konser da. Girseyê jî li ber stranan govend girt. Gel hêdî hêdî ji qadê vediqete.

Freitag, März 10, 2006

Şehrîbana Kurdî li Amede hate binçavkirin

Şehrîbana Kurdî li Amede hate binçavkirin

Mitînga ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada Îstasyonê ya Amedê hate lidarxistin, bi konsera hunermenda kurd a jin Şehrîbana Kurdî bi dawî bû. Şehrîban piştî konserê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.

Polîsan di dawiya mitîngê de Şehrîban Kurdî binçav kir. Tê texmînkirin ku sedema binçavkirina Şehrîbana Kurdî, strîna stranên qedexe ye. Li aliyê di dema belavbûna girseyê de alozî derket. Bi sedan kesên ku ber bi Baglar û Ofîsê belav dibûn, dirûşm berz kirin. Li hemberî vê yekê polîsan tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin. Girse bê bûyer belav bû.

Li Wanê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Wanê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Di teqîna li Wanê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da, 16 kes jî birîndar bûn. Dozgerê Komarê Nevzat Açikgoz got ku li ser îhtîmala bombeya zindî disekinin. Ji 18 kesên di teqîna li Wanê ku 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dabû de birîndar bûn, navên 16 kesan diyar bûn.

Ji ber teqîna ku li ber Navenda Kar a Sempaşê çêbû, li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. Rayedarên polîsan ku li cihê bûyerê lêkolîn dikin, dan zanîn ku hejmara miriyan 3, hejmara birîndaran jî 16 ye. Dozgerê Komarê Nevzat Açikgoz ku li cihê bûyerê lêkolîn kir, got ku li ser îhtîmala bombeya zindî disekinin.

Navên birîndaran diyar bû

Ji 18 kesên di teqîna li Wanê ku 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dabû de birîndar bûn, navên 16 kesan diyar bûn.

Di teqîna ku li ber Navenda Kar a Sempaşê serê sibê saet di 09.00'an çêbû de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 kes jî birîndar bûn. Navên birîndarên ku hatine diyar kirin wiha ne: "Necîp Îlkan, Îhsan Ozkan, Bahattîn Sevîm, Necmettîn Guneşçe, Gurbet Nayma, Semra Demîr, Erhan Çagli, Umut Bakir, Zelîha Çaglayan, Cesîm Înen, Cesîm Kirman, Nazan Sonmez, Fatîh Ayaz, Erdal Arpa, Cahît Turan û Seyfî Aslan. Tedawiya birîndaran li 3 nexweşxaneyên Wanê tê kirin.

Montag, März 06, 2006

Iranisches Regime plant, politische Gefangene niederzumetzeln

Iranisches Regime plant, politische Gefangene niederzumetzeln
Freitag, 24 Februar 2006

Die Leiche von Hojjat Zamani ist seiner Familie immer noch nicht ausgehändigt

NWRI - Die Gefolgsmänner des iranischen Regimes im Gohardasht Gefängnis setzen das Gemetzel von politischen Gefangenen fort, die zurzeit auf einem Hungerstreik sind. Die Gefolgsmänner haben Gerüchte verbreitet, dass Gefangene planten, Selbstmord zu begehen.

Zwei der Gefangenen, Valiollah Feiz-Mahdavi und Assad Shaghaghi, haben eine Behauptungsankündigung veröffentlicht: "Wir befinden uns im Gefahr. Sie haben uns gesagt, dass wir uns zu Tode stechen werden oder haarentfernende Substanz einnehmen werden." Sich für ihre Leben fürchtend, fügen die Gefangenen hinzu: "Wir erklären öffentlich, dass wir unserem eigenen Wohlbefinden keineswegs schaden werden. Im Falle jedes Ereignisses sollten unsere Landsmänner gegen den Gohardasht Direktor, Haj Kazem, und andere Beamte Anzeige erstatten. Wir bevollmächtigen hiermit die Bevölkerung Irans, rechtlich in unserem Interesse gegen sie vorzugehen."

Im Anschluss an die Erhängung von Hojjat Zamani wurden politische Gefangene in Abteilungen mit gewöhnlichen Verbrechern übertragen, wo einige Gefangene angriffen und sie stachen. Zwei der Gefangenen sind zurzeit im Krankenhaus wegen ihrer Wunden.

Berichte zeigen auch an, dass der Hungerstreik, der aus Protest zur Erhängung von Hojjat Zamani anfing, weitergeht.

Gemäß diesen Berichten war Hojjat Zamani kurz vor seine Erhängung unter der äußersten Folter und Druck, um das Einsetzen von Bomben zu gestehen. Beamte wollten sein Eingeständnis auf einer Kamera für den späteren Gebrauch registrieren. Hojjat weigerte sich, dies zu tun.

Der iranische Widerstand lenkt die Aufmerksamkeit des Sicherheitsrats der Vereinten Nationen, das Hochkommissar für Menschenrechte und andere internationale Menschenrecht-Organisationen zur sich verschlechternder Situation von politischen Gefangenen. Es verlangt auch unmittelbare Handlung, um das Leben von Gefangenen zu retten und das geplante Gemetzel des Regimes zu verhindern.

Das Sekretariat des Nationalen Widerstandsrates Irans
23. Februar 2006

"Agahnameya şervanekî kurd” di festîvalê de derdikeve pêşbirkê

Li paytexta Fransayê Parîsê Navenda Agahdarîkirina Rayagiştî Pompidou, bi Festîvala Cinéma du Réel deriyên xwe ji belgefîlmên navneteweyî re vedike. Festîval dê di navbera 10 û 19ê adarê de bê li dar xistin. Fîlmê produksiona fransizan a bi navê “Agahnameya Şervanekî Kurd” jî di festîvalê de cî digire.

Festîvala Cinéma du réelê, ji sala ku hatiye damezirandin (1978) û vir ve bi piştgiriya Komiteya Filmên Etnografîk CNRSê, filmên navnetewî yên etnografîk û civakî nîşan dide.

28. Festîvala Fîlmên Dokumenter ên Navnetewî, ji aliyê komeleya Les Amis du Cinéma du réel û Navenda Pompidouyê ve hatiye li dar xistin.

JÎYANA GERÎLAYEKÎ

Di beşa pêşbirika navnetewî de 35 fîlm û kurte fîlmên ji 30 welatên cuda dê bêne nîşandan. Di vê beşê de fîlmeke bi navê ”Agahnameya Şervanekî Kurd” a fransizî jî, ku di sala 2005an de hatiye kişandin, cî digire. Derhênerê vê fîlmê Stefano Savona ye û film ji 80 deqîqeyî pêk tê.

Di fîlmê de gerîllayek PKKyî bi navê Akîf, ku ji Almanyayê tevlî refên şervanan bûye guman, xeyal, dîtinên polîtîk û civînên ku gerîllayên jin li yên mêr rexne digirin, di agahnameya xwe de dinivîse.

Heman fîlm di 11ê adarê de li Belçîkayê jî dê bê nîşandan. Fîlm saet di 14:30î de li sînemaya Cinéma 1ê dê bê nîşandan. Herweha di 15 adarê saet di 11:00ande li salona Centre Wallonie Bruxellesê, 21ê adarê saet di 16:30î de li salona Espace 1789 Saint’Ouen (2-4, rue Alexandre Bachelet, Saint-Ouen)ê.

Çavkanî: ANF NEWS AGENCY
Wergera ji tirkî: Mahabad Felat Arda
http://www.welat.com/