Samstag, Februar 14, 2009

Telefonên bi kurdî ketin piyaseyê

Telefonên bi kurdî ketin piyaseyê

Digel hemû zordestî û qedexeyên li ser kurdî, zimanê kurdî wekî xwe di qada huner û perwerdehiyê de derxistiye pêş, niha jî di qada teknolojiyê de rûyê yên digotin 'Kurdî tenê zimanê stranan e' reş derdixe. Piştî bi dehan bernameyên kompîturê niha jî li Amedê telefona destan bû kurdî.

Ligel hemû zordariyan jî astengiyên li pêşiya kurdî yek bi yek têk diçin. Telefonên destan ku di jiyana mirovan de cihekî girîng digirin êdî bi kurdî ne. Nivîsara ji bo telefonê hatiye çêkirin a kurdî ji hêla şirketa TTN a telefonan çêdike ve hate qebûl kirin û telefonên bi kurdî ketin piyaseyê.

Ligel zordarî, qedexe û asîmîlasyonê jî kurdî her roj bi pêş dikeve. Zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê ev 85 sal in tê qedexekirin û asîmîlekirin jî di nav bi hezaran zimanên cîhanê de wekî 32'yemîn zimanê herî zêde tê bikaranîn û pêşketî cih girtibû. Kurdî ligel ku zimanê dewletekê nîn e jî di warê dewlemendî û bikaranînê de bi hezaran zimanên wekî zimanê fermî yê dewletan tên bikaranîn li paş xwe dihêle. Piştî kurdî bi bernameya Lînuxê yekem car di kompîturan de hate bikaranîn, niha jî kete telefonên destan. Piştû pergala bi kurdî Ubuntuyê, bernameyên û OpenOffice.org, Mozilla Firefox, aMSN û bi dehan bernameyên din ji bo platformên cuda yên wekî Windows, Linux û MacOSê jî hatin amade kirin. Telefonên destan ku di jiyana mirovan de cihekî girîng digirin, êdî bi kurdî ne. Li Amedê hemwelatiyê bi navê Ugur Akarê 28 salî ku firoşkariya telefonan dike di sala 2001'ê de nivîsara telefonan a bi kurdî çêkir. Lê wê demê ji ber kurdîkirina telefonê rastî pêkutiyan hat. Niha, piştî kedeke mezin Akar bernameya çêkirî pêşkêşî şirketa telefonan çêdike ya bi navê TTN'ê re kir. Şirketê bernameya Akar qebûl kir û telefonên bi kurdî amade kirin.

'Ku daxwaz hebe dê berfireh be'

Niha 500 telefon bi kurdî hatine çêkirin lê ku daxwaz hebe dê li hemû bajarên kurdan wekî torekê bên belavkirin. Akar ku telefonên bi nivîsara kurdî li kargeha xwe ya li kolana Gevranê ya Amedê xistin xizmeta gel der barê xebata xwe de agahî dan. Akar anî ziman ku li ser pirsa bavê xwe ya wekî, "Çima telefonên bi kurdî nîn in?" dest bi vê xebatê kiriye û wiha domand: "Di sala 2001'ê de min biryar da ku ez nivîsara telefonê ya kurdî çêkim. Piştî min amade kir, ez çûm Stenbolê. Min bi Nokia, Motorola, Erîcson û Sonyê re hevdîtin çêkirin. Min xwest ku vê nivîsarê bi kar bînin. Lê yekî ji wan jî qebûl nekir. Wekî sedem hem ji ber kurdî ditirsiyan û hem jî îdia dikirin ku kurdî zêde nayê bikaranîn. Min gelek ked da lê encam derneket. Hin fîrmayên cuda jî hebûn. Dîstrîbutoriya hin ji wan markeyan jî kurdan dikir. Wan jî gotin em ê bibin alîkar lê tu tiştekî din nekirin."

'Di dawiyê de kurdî hate qebûl kirin'
Aktar daxuyand ku piştî vê yekê careke din li ser kompîturê nivîsara telefonê ya kurdî berfireh kiriye û di vî warî de ji xebatkarên rojnameya Azadiya Welat piştgiriyeke mezin girtiye. Aktar wiha pê de çû: "Piştî sala 2006'an bi kurdiya akademîk me nivîsar baş bi pêş xist. Hevalên Azadiya Welat ji bo wergerandina wê kedeke mezin dan. Her tişt êdî amade bû. Bi taybetî me nivîsarek ku gel bi hêsanî jê fêm bike, çêkir. Menuya telefona destan bi tevahî bi kurdî hate amadekirin. Piştre me bi markeyeke Çînê ya bi navê TNT'ê re hevdîtin kir. Dîstrîbutoriya wê li Tirkiyeyê heye. Di navberê de 7 sal derbas bûn û kurdî gelek bi pêş ket. Şirketê projeya min qebûl kir. Pêşiyê şirketê ji me re 500 telefonên D300 û D550 şandin û me kurdî li wan bar kir. Me telefon amade kirin. Her barkirinek 40-45 deqîqe berdewam dike."

'Kurdî zimanê ragihandinê ye jî'
Li ser mijarê Aktar derbirî ku 7 hezar rêzik di nivîsara telefonê de hene û ev tişt gotin: "Amed Çeko Jiyan ev 7 hezar peyv li kurdî wergerandin. Mirov dikare vê wergerê di mp3 û Ipodê de jî bi kar bîne. Her wiha di cîhazên din ên teknolojîk de jî mirov dikare bi kar bîne. Ji bo telefonên bi kurdî daxwaz hebû. Em di heman demê bersivê jî didin kesên îdia dikin ku kurdî zimanê rojane yê jiyanê nîn e. Ku daxwaz hebe em ê bi Zazakî jî çêkin. Daxwaz li hemberî kurdî zêde be em ê li hemû bajarên kurdan bayiyan vekin. Kurdî zimanê perwerdehî û ragihandinê ye. Em ê vê bi pêş ve bibin. Ez bawer im ku hemû kurd dê ji vê yekê gelek hez bikin." Ji edîtorên Azadiya Welat Amed Çeko Jiyan ku telefon wergerand kurdî jî derbirî ku berî niha pergala Ubuntuyê û gelek bernameyên din wergerandine kurdî û pergal û bernameyên wergerandin niha li gelek cihan tên bikaranîn. Jiyan got ku niha di qada teknolojiyê de di bikaranîna kurdî de tu pirsgirek nîn e û wiha got: "Ji bo kurdî zêdetir bi pêş bikeve divê her kes alîkar be. Van tiştên bi kurdî bi kar bîne." Buhayê telefonên bi kamera û di heman demê de du kartên telefonê jî digirin di navbera 210 TL û 230 TL'an de diguhere. AMED / DÎHA



Li ser xêrê be Smile
_________________
http://kurdistanews.blogspot.com http://amedcj.blogspot.com


Çavkanî: PcKurd.Net