Samstag, April 15, 2006

Şandê Elmanî: Jiyan di Kurdistanê de ber bi pêşerojekî geş ve di çe

Şandê Elmanî: Jiyan di Kurdistanê de ber bi pêşerojekî geş ve di çe
Nivîskar: rizgarionline Di: 14.04.2006 Sehet: 22:35
Ji aliyê rizgarionline

Rizgarî Online / Zana Sebrî - Şandêkî Kompanyên Elmanî ku nûneriya zêdetir ji 3000 Kompaniyên biçûk û mezin di Elmanya de dikin, gihişt Herêma Kurdistanê û amadebûna xwe da nîşandan ji bo beşdarbûn di piroseya avedankirina Herêma Kurdistanê de.

Roja Şêşemê, 11ê Nîsanê, Serokê Parlamana Kurdistanê birêz Ednan Muftî pêşwazî li şandêkî kompaniyên Elmanî kir. Şanda ku Serokê Dezgehê Hêlbêrg Esoseyd a Elmanî birêz Hêlbêrg serokatî jêre dikir, pêkhatibû ji hijmarek pirofêsor û şarezayên warê abûrî, avedanî, çandin û Neft û kanalê 2 ê telefziyona Elmanî.

Di wê hevdîtinê de, ku hijmarek endamên Parlamana Kurdistanê amadebûn, birêz Muftî kurte axavtinek derbarê hebûna aramî û ewlekariyê di Herêma Kurdistanê de pêşkêşkir û hebûna vê aramî û ewlekariyê merc û derfetekî baş da nîşandan ji bo karkirina kompaniyên Elmanî di Kurdistanêde.

Muftî di berdewamiya axavtina xwe de amaja bi karhesaniyên heyî ji hêla Hukûmeta Herêm ve ji bo kompaniyên biyanî û ji wan xwest ku bi awayekî çalak di avedankirina Kurdistanê de, bi taybetî di warê pîlandanan, Neft, Av û Avero û pîşesazî de rola xwe bibînin.

Ji hêla xwe ve Serokê şandê mihvan, bi navê hemû endamên şandê Elmanî keyfxweşiya xwe anî ziman û got: Tişta me bi çavê xwe di Herêma Kurdistan de bînî, gelekî cudaye ji wan tiştên ku me bihîstibûn. Em neha dibînin jiyan di Kurdistanê de, ber bi pêşerojekî geş ve diçe.

Herweha Serokê şandê got: Em hatine ji bo ku ji nêzîk ve tevlî piroseya avedankirina Kurdistanê bibin. Şandê kompaniyên Elmanî hişkerekir ku ewan nûneriya zêdetir ji 3000 kompaniyên Elmanî yên biçûk û mezin dikin û amadebûna xwe de nîşandan ji bo karkirin di Kurdistanê de, di hemû warekî xizmetguzarî de.
http://www.rojname.com/index.kurd?nuce=107948

Keine Kommentare: