Li paytexta Fransayê Parîsê Navenda Agahdarîkirina Rayagiştî Pompidou, bi Festîvala Cinéma du Réel deriyên xwe ji belgefîlmên navneteweyî re vedike. Festîval dê di navbera 10 û 19ê adarê de bê li dar xistin. Fîlmê produksiona fransizan a bi navê “Agahnameya Şervanekî Kurd” jî di festîvalê de cî digire.
Festîvala Cinéma du réelê, ji sala ku hatiye damezirandin (1978) û vir ve bi piştgiriya Komiteya Filmên Etnografîk CNRSê, filmên navnetewî yên etnografîk û civakî nîşan dide.
28. Festîvala Fîlmên Dokumenter ên Navnetewî, ji aliyê komeleya Les Amis du Cinéma du réel û Navenda Pompidouyê ve hatiye li dar xistin.
JÎYANA GERÎLAYEKÎ
Di beşa pêşbirika navnetewî de 35 fîlm û kurte fîlmên ji 30 welatên cuda dê bêne nîşandan. Di vê beşê de fîlmeke bi navê ”Agahnameya Şervanekî Kurd” a fransizî jî, ku di sala 2005an de hatiye kişandin, cî digire. Derhênerê vê fîlmê Stefano Savona ye û film ji 80 deqîqeyî pêk tê.
Di fîlmê de gerîllayek PKKyî bi navê Akîf, ku ji Almanyayê tevlî refên şervanan bûye guman, xeyal, dîtinên polîtîk û civînên ku gerîllayên jin li yên mêr rexne digirin, di agahnameya xwe de dinivîse.
Heman fîlm di 11ê adarê de li Belçîkayê jî dê bê nîşandan. Fîlm saet di 14:30î de li sînemaya Cinéma 1ê dê bê nîşandan. Herweha di 15 adarê saet di 11:00ande li salona Centre Wallonie Bruxellesê, 21ê adarê saet di 16:30î de li salona Espace 1789 Saint’Ouen (2-4, rue Alexandre Bachelet, Saint-Ouen)ê.
Çavkanî: ANF NEWS AGENCY
Wergera ji tirkî: Mahabad Felat Arda
http://www.welat.com/
Montag, März 06, 2006
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen